PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, ji doh ve operasyoneke berfireh li sînorê parêzgehên Dêrazor û Hesekê daye destpêkirin ku heta niha 21 terorîstên DAIŞê hatine desteserkirin.
Fermandariya Giştî ya HSDê ragihand, ji ber valahiya emnî ku ji ber vîrusa koronayê çêbûbû, DAIŞê êrîş li dijî hêzên wan û xelkê sivîl dikirin û lewma jî wan li dijî DAIŞê operasyon daye destpêkirin.
HSDê da xuyakirin ku 6 hezar şervanên wan û hêzên taybet ên Komandos û şervanên YPJ beşdarî operasyonê dikin û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî hem li ser erdê û hem jî ji esman ve piştevaniya operasyonê dikin.
Fermandariya Giştî ya HSDê destnîşan kir, “Operasyona ku li dijî şaneyên DAIŞê yên li bejahiya rojhilatê çemê Xabûrê û sînorê Sûriye-Iraqê dest pê kiriye, wê heta pêkanîna tevahiya armancên xwe berdewam bike.”
Di daxuyaniya HSDê de wiha hat gotin: “Piştî çalakiyên lêpirsîn, komkirina agahiyan bi hevkariya bi hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî Terorê û koordîneya bi artêşa Iraqê re, hêzên me dest bi ‘Operasyona Tunekirina Terorê’ ya serdegirtin û şopandina şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li bejahiya rojhilatê çemê Xabûr û sînorê Sûriye-Iraqê kir. Ev operasyon cih û şaneyên DAIŞ’ê ku bûne metirsiya li ser mirovan, ewlehî û aramiya herêmê derbe dike, hedef digire û bi wê re ev tevlihevî gefan li vegera DAIŞ’ê dixwe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin