PeyamaKurd – Wezareta Darayî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, ew ê dest bi dayina mûçeyê meha Kanûna sala 2021 bikin.
Wezareta Darayî ya Kurdistanê eşkere kiriye, ew ê ji sibê ve dest bi dayina mûçeyê meha Kanûna 2021 bikin.
Wezaretê eşkere kiriye, ji ber ku sibê bêhnvedana bankan e, wê dusibe mûçe bê dayîn û destpêkê jî mûçeyê karmendên Wezareta Tenduristiyê tê dayîn.
Wezareta Darayî beriya niha destnîşan kiribû, ji ber bêhnvedana sersalê, ew neçar dimînin mûçeyê meha Kanûna sala 2021, destpêka meha Çile ya sala 2022 bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin