Wezareta tenduristiyê: Tenê 28 kes bi vîrusê ketine

Wezareta tenduristiyê: Tenê 28 kes bi vîrusê ketine

PeyamaKurd-Wezareta Tenduristiyê ya herêma Kuırdistanê ragihand ku heya niha tenha 28 kes tûşî nexweşîna koronavîrusê bûne. Heya niha 3219 kesan xistine karantînayê. Ji wan, karantina ya 842 kesan dewam dike.

Kesekî ji parêzgeha helepçeyê li Tewêlayê ku 48 saliye ji ber nexweşîna vîrusê jiyana xwe ji dest daye.

Qedexeya derketina derve ya Hewlêrê û Silêmaniyê destpêkiriye û niha dewam dike. Xuya ye ku herkes li pey birayarên rêvebiriyê diçe û di serî de ti gazin xuya nakin.

Parêzgerê Hewlêrê Ferset Sofî di bernameyeka televîsyonî de ragihand ku kesekî nexweşê koronavîrusê hatiye cem doktorekî bi navê Ahmed Îsmaîl ku doktorê çava ye û doktor bi koronavîrusê ketiye. Lê ne diyare ji kê nexweşînê girtiye. Parêzger bang li wî kesî dike ku ew nexweşê koronavîrusê ye û bila here nexweşxaneyê xwe teslîmê doktoran bike. Dibe ku ew kes bi navekî dinê hatibe ser doktor û xwe dabe muayenekirin.

Parêzger ragihand ku tiştên weha bên tesbîtkirin û di nasnameyan de sextekarî an tiştên ne rewa çêbibin, wê ev bibe delîla sûcê û di vê mijarê de bi dozgerê Hewlêrê re axifiye. Kesên weha, dibe ji derveyê welat çûbin Kurdistanê û ji karantînayê xwe dabin alî an nexwestibin bikevin karantînayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin