PeyamaKurd –Biryar e îro Dûşemê 3ê Sibatê, Wezîrê Derve yê Belçîkayê serdana Iraqê bike û li gel rayedarên wî welatî bicive.
Wezareta Derve ya Iraqê derbarê vê serdanê de, roja Yekşemê 2ê Sibatê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku biryare roja Duşemê Wezîrê derve yê Belçîkayê Philippe Goffin serdana Iraqê bike û li Bexdayê li gel Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elî Hekîm bicive.
Li gor daxuyaniyê, wezîrên derve yên Belcîkayê û Iraqê dê di vê hevdîtinê de rewşa niha ya Iraqê û navçeyê û pêşhatên herî dawî gotûbêj bikin.
Heya niha nayê zanîn, ka Wezîrê Derve yê Belcîkayê Goffin dê serdana Herêma Kurdistanê jî bike yan na.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin