PeyamaKurd- Di parlamentoya Iraqê de 4 wezîrên Kurd wê cih bigirin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) navên wan wezîran eşkere kirin.
Endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Aram Baletey di derbarê mijarê de axivî û got ku 4 wezîrên Kurdan wê di parlamentoya Iraqê de cih bigirin. Ji van jî 3 wezîr wê ji PDKê bên hilbijartin. Yê dî jî wê ji YNKê an jî ji Goranê were hilbijartin.
Li gorî agahiyên Baletey; ji bo Wezareta Maliyê Fuad Huseyn, Wezareta Avanî û Îskanê Bengîn Rêkanî û Wezareta Koçkirin û Penaberan Newzad Hadî wê werin hilbijartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin