PeyamaKurd- Xelkê bajarê Mûsilê bi sedema ku Bexda wan baş îdare nake nerazîbûna xwe aşkera dike û dixwazin ku bajêr bi ser îdara Kurdistanê de bê girêdan. Kurdistan 24 di dema seredana xwe ya wê derê de, di hevpeyvîna bi xelkê re derket holê ku xelk dixwaze Mûsil bi Kurdistanê ve bê girêdan û div ê mijarê de bang li serok Mesûd Barzanî kirin.
Di dema ku İŞİD ket nava Mûsilê û bi salan li wê derê ma, rêvebiriya Bexdayê bi xwe, wê derê bi rêya leşker teslîmê İŞİD ê kir. Bexda sîlihên artêşê da İŞİDê ku serokwezîr Nûrî Malikî bû. Mûsil wêrane bû û xelkê wê derê jî perîşan bû. Xelk li bajarê xwe hûzûr û aramiyê dixwaze. Xizmetê ji rêvebiriyê dixwaze. Hêjî bermayiyên İŞİD ê li bajêr û der û dora bajêr hene û ji xelkê re aramî tine ye.İŞİD bo wan tehdide.
Xelkê Mûsilê her daîma diçe Kurdistanê û tê. Rêvebiriya Kurdistanê û xizmetê dibîne lewra dixwaze ji aliyê rêvebiriya Kurdistanê ve bên îdarekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin