PeyamaKurd – Serokê Komisyona Navçeyên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê mane di Parlamentoya Kurdistanê de, Ciwan Rojbeyanî ragihand, hêzên Iraqî nikarin ewlekariya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dabîn bikin û heger Hêzên Pêşmerge venegerin wan navçeyan, wê rewşa wan deveran aloztir bibe.
Rojbeyanî bal kişand ser zêdebûna êrîşên DAIŞê li ser navçeyên Kurdistanî de û da xuyakirin, ew jê bi guman in ku hêzên iraqî çavê xwe ji êrîşên terorî re digirin û got, “Ev rewşeke gelekî xeter e.”
Ciwan Rojbeyanî destnîşan kir, tenê Pêşmerge dikare ewlehiya wan navçeyan dabîn bike û got, “Divê hêzên Pêşmerge li van deveran werin bicihkirin, heger ev neyê kirin wê li van navçeyan alozî zêdetir bibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin