PeyamaKurd – Yekemîn Pêşengeha Navdewletî ya Turîzmê li Duhokê, sibe Duşemê 27ê Îlonê deriyên xwe ji serdanan re vedike û heta 29ê mehê berdewam dike.
Di pêşengehê de bi dehan kompaniyên navxwe û derveyî welat beşdariyê dikin ku pêşengeha 3 rojan ji bo serdanan vekiriye.
Di pêşangehê de, sirûşta Kurdistanê bi giştî û bi taybet jî ya Duhokê tê nîşandan û 130 kompaniyên biyanî û navxwe beşdar dibin.
Herwiha di çarçoveya pêşengeha turîzmê de, xebat û çalakiyên hunerî û berhemên cotkarên Kurdistanê û karên cuda jî têne pêşandan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin