Hulusî Akar: Hemû amadekariyên TSKê temam in

Hulusî Akar: Hemû amadekariyên TSKê temam in

PeyamaKurd - Wezîrê Bergiriya Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku artêşa Tirkiyê (TSK) ji bo operasyona dijî Minbic û Rojhilatê Firatê hemû amadekariyên xwe temam kirine.

Wezîrê Tirk di daxuyaniya xwe de got, "Hêzên Çekdarên Tirkiyê (TSK) di çarçoveya erkên xwe de, her cure amadekarî kirin, hemû amadekarî temam in.”

Akar di berdewamê jî diyar kir, "Heke dem û cihê wê hat dê çalakiya pêwîst a li Minbic û Rojhilatê Firatê were bicihkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin