Wezîra Berevaniya Almanyayê li Kurdistanê ye

Wezîra Berevaniya Almanyayê li Kurdistanê ye

PeyamaKurd - Wezîra Berevaniya Almanya Ursula von der Leyen bi serdanekê gihîşte Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê

Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê li firokexaneya Hewlêrê ji aliyê rayedarên Wezareta Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate pêşwazîkirin.

Biryar e Ursula von der Leyen li gel berpirsên payebilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive. Li gorî zanyariyan, şerê li dijî terorê û hemahengiya serbazî di navbera hedu aliyan de ji mijarên sereke yên civînên Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibin.

Serdana Ursula von der Leyen bo hewlêrê piştî serdana wê bo Bexdayê tê. Wezîra Berevaniyê ya Almanya li Bexdayê bi hevtayê xwe yê Iraqî re civînek pêk anî û herdu aliyan derbarê şerê li dijî trorê de gotûbêj kirin.

Ji dema êrişa DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê di sala 2014ê de û heta niha, Wezîra Berevaniya Almanya çend caran serdana Kurdistanê kiriye û bi berpirsên pilebilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiyaye.

Herwiha Ursula von der Leyen  di serdanên xwe yên berê de, li Herêma Kurdistanê serdana eniyên şer ên hêzên pêşmerge kiriye.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin