PeyamaKurd – Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîniyê (AFAD) hat dayîn, li navçeya Onikisubat a Mereşê di saet 07.42an da bi lerza 4,2an erdhejeke biçûk çêbû.
Erdhej di kûrahiya 7 kîlometreyan de pêk hat.
Li gorî daxuyaniya dawî ya AFADê, piştî erdheja ewil a li Mereşê ku li 10 parêzgehan bandor bû, 1700 erdhejên biçûk pêk hatin.
Li Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Edene, Adiyaman, Osmaniye, Hatay, Kilîs, Meletî û Elezîzê 20 hezar û 318 kes mirin û 80 hezar û 888 kes hatin rizgarkirin.
Ji parêzgehên ku ji ber erdhejê bandor bûne 91 hezar û 511 kesên ku ji karesatê rizgar bûne hatin derxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin