YNKê: Îhtimal heye em besdarî hikûmetê nebin

YNKê: Îhtimal heye em besdarî hikûmetê nebin

PeyamaKurd-  Berdevkê YNKê Letîf şêx Umer dibêje, îhtimal heye YNK beşdarî hikûmeta nû ya Kurdistanê nebe.

Nîgeranî û nerazîbûnên YNKê ji li dar xistina civîna parlementoyê û hilbijartina desteya serokatiya parlementoya Kurdistanê didomin.

Berdevkê YNKê Letîf şêx Umer ji medyaya nêzîkî YNKê re gotiye, diyaloga navbera PDK û YNKê dê bidome.

Letîf şêx Umer behsa rewşa Kerkûkê jî kiriye û gotiye, rewşa niha ya Kerkûkê normal nîne ji ber wê jî YNK dixwaze wê rewşê biguherîne.

Li ser hikûmetê jî berdevkê YNKê gotiye, îhtimal heye YNK beşdarî hikûmetê nebe!

Wî rayedarê YNKê rexne li Gorranê jî girtiye û gotiye, eger Gorranê alîkariya YNKê kiriba bo paşxistina civîna parlementoyê, dê rewş hatiba guhertin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin