PeyamaKurd - Hejmarek çekdarên YNKê avêtin ser du binkeyên dengdanê yê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê û binke jî daxistin.
Berpirsekî komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartin û rapirsiyê ku nexwast navê wî belav bibe ragehand: '' Karmendên me em agahdar kirine ku du binkeyên dengdanên li sînêê parêzgeha Silêmaniyê, ji aliyê hejmarek çek ve jer li ser hatiye girtin û me jî bi awayek bilez payebilindên xwe agahdar kirin û me daxwaz kir rê bi karekî waha re neyê dayîn. ''
Ji aliyeke din ve berpirsekî bilind ê Tevgera Gorran ragehand: '' YNKê hejmareke zêde endamên xwe ji Kerkûk û navçeyên Kürdistanê yên dervey îdareya herêma Kürdistanê ve rêkirine bajarê Silêmaniyê, bajarokê Çemçemalê, Helebçê û Germiyanê. ''
Berpirsê Gorran got, zanyariyên wan hene ku YNKê nasname û rêgeznameyên sexte yên Iraqê derxistine, ku bikarin sextekariyekî bihêz bikin û ragehand: '' Eger YNK sextekariya xwe mezintir bisiklet, dê helwêstê me hebe û proseyê emê wek ne rewa pênase bikin û xwe ji proseya dengdanê vekêşin. ''
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin