PeyamaKurd - Ji şevê din ta niha artêşa Tirkiye bi firoke û topan herêma Biradost a li nehyeya Sîdekanê ya li Kurdistanê bombebaran dike.
Li gor çavkaniyên herêmê şevê din balafirên artêşa Tirkiyeyê bi dijwarî devera Xakurk û Geliyê Reş û Geliyê Mexarê û Çiyadêl û çend deverên derdorên wan bombebaran kirin û îro jî, ji nîvro ve dest bi topbarankirina wê deverê kiriye ta niha topbaran berdewam e..Tu zirareka canî ji ber wê êrişa artêşa tirk nebûye, lê zirarên mezin bi rez û milkên welatiyan gihandye û tirs di dilê xelkê deverê de çêkiriye ji ber êrişa balafir û topbarankirinê nikarin ji mal û gundên xwe derkevin.
Artêşa Tirkiyeyê nêzî 20 kîlometro sînorê Herêma Kurdistanê li vê deverê derbas kiriye û eger bi vî awayî berdewam be ji derbaskirina sînor, xelkê deverê wê neçar bimînin ku gund û malên xwe biterikînin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin