Balafirên Sûrî rêgeha leskerên tirk bombardiman kir, MSBê daxuyanî da

Balafirên Sûrî rêgeha leskerên tirk bombardiman kir, MSBê daxuyanî da

PeyamaKurd - Balafirên Sûriyê êrîşî karwana leşkerî ya Tirkiyê ku ber bi herêma Xan Şêxûn a Idblibê ve diçû kirin. Hat ragihandin ku 3 sivîl hatine kuştin û 12 kes jî birîndar bûne.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê beriya niha ragihandibû ku karwaneke leşkerî ya Tirkiyê ji bo hawarçûna El Nûsra û HTŞê ber bi Xan Şêxûnê ve bi re ketine û dixwazin alîkariya terorîstan bikin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) derbarê êrîşa balafiran de da xuyakirin ku rêgeha karwana leşkerî ya TSKê ya ji bo xalên çavderiyê yên 9 û 10an bi rê ketibû ji aliyê balafiran ve hatiye bombebarankirin, 3 sivîl hatine kuştin û 12 kes jî birîndar bûne.

MSBê diyar kir ku karwana leşkerî ji bo xala 12an a çavderiyê destekê bibe xala 9an bû û wiha got: "Em vê êrîşa li dijî rêkeftinên me yên hevkariya ligel Rûsyayê û diyalogê bi tundî şermezar dikin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin