Amerîka bi teklîfeke cazîb hate Tirkiyê!

Amerîka bi teklîfeke cazîb hate Tirkiyê!

Di navbera Tirkiyê û Amerîka de çûnûhatina Patriotan berdewam dike. Ji bo mijara Patriotan şandeyeke Amerîkayê hate Tirkiyê. Hat ragihandin ku Amerîkayê ji bo Patriotan teklîfeke pir baş li Tirkiyê kiriye. Êdî Tirkiye hem dixwaze Patriotan bikire û hem jî dixwaze xwe ji s-400an jî neke.

Amerîka û Tirkiye dixwazin careke dî têkiliyên xwe sererast bikin. Di van rojên pêşiya me de, ji bo vê yekê gelek pêwendî wê werin kirin. Di nava van pêwendiyan de ya herî girîng mijara Patriotan e.

Hat ragihandin ku Tirkiye ji Amerîkayê hêvî dike ku piştgiriya xwe ji pişt YPGê bikişîne. Amerîka jî dixwaze ku Tirkiye dev ji s-400an berde û wan ji Rûsyayê nekire. Musteşarê karên derve yê Tirkiyê Ümit Yalçın, sibe wê li Washingtonê bi Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê John J. Sullivan re civînekê li dar bixe. Tê plankirin ku li ser pêwendiyên Tirkiye-Amerîka û pirsgirêkên herêmî gufgûgo werin kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin