PeyamaKurd – Serokê Dezgeha Îstixbarata Iraqê Ebû Elî Besrî ji medya iraqî re derbarê cihê Serokê DAIŞê Ebubekir Bexdadî û rewşa wî daxuyanî dan.
Elî Besrî da xuyakirin, “Piştî têkçûna leşkerî ya DAIŞê li Iraq û Sûriyê Ebubekir Bexdadiyê bi navê xwe Îbrahîm Awad Bender Samarrrayî di bin xeteriyê de ye û digel hejmarek alîkarên xwe yên ereb û biyanî li Sûriyê dimîne.”
Berpirsê Iraqî da zanîn ku Bexdadî di encama operasyoneke esmanî û îstixbarî de bi parçeyekî fuzeyê birîndar bûye û felc derbas kiriye û got, ew êrîş sala 2018an dema Bexdadî li Hecîn a Dêrazorê bi alîkarên xwe re di civînê de rû daye.
Ebû Elî Besrî herwiha diyar kir ku niha tekane karê Bexdadî birêvebirina çalakiyên îstixbarî û rê li ber girtina ketina îstixbaratên biyanî nav rêxistina DAIŞê ye.
Her çiqas gelek nûçe li ser mirina Bexdadî derketine jî herî dawî 29ê Nîsana 2019an vîdyoyeke wî ya 18 xulekan hatibû belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin