Mesrûr Barzanî: Gelê Kurdistanê hêjayî atmosfereke aram û xizmetguzariyên zêdetir e

Mesrûr Barzanî: Gelê Kurdistanê hêjayî atmosfereke aram û xizmetguzariyên zêdetir e

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştgirî da banga Serok Barzanî ya ji bo aştiya neteweyî û got, gelê Kurdistanê hêjayî atmosfereke aram û xizmetguzariyên zêdetir e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser Twitterê diyar kir: "Em piştgiriya peyama birêz Serok Barzanî ya ji bo aştiya neteweyî dikin.

“Gelê Kurdistanê hêjayî atmosfereke aram û xizmetguzariyên zêdetir e. Wek birêz Serokatî got; Hêza me di yekîtiya me de ye."

Serok Mesûd Barzanî do di axaftina xwe ya di merasima vekirina Muzexaneya Neteweyî ya Barzanî de bang li aliyên siyasî kir.

Serok Barzanî got, “Ez bang li hemû aliyên Kurdistanî dikim ku beriya 18ê Gulanê civîneke mezin saz bikin, ji bo vekirina rûpeleke nû û dîtina çareseriya hemû pirsgirêkan.”

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin