Zanîngeha Selahadîn li ser asta Iraqê bû yekemîn

Zanîngeha Selahadîn li ser asta Iraqê bû yekemîn

PeyamaKurd – Wekî salên borî îsal jî zanîngehên Herêma Kurdistanê li seranserê Iraqê payeyên herî baş ên lêkolînên zanistî bi dest xistin.

Zanîngeha Selaheddîn a Hewlêrê, derbarê rêjeya wergirtin û lêkolînan de, îsal payeya yekemîniyê di asta hemû zanîngehên Iraq û Herêma Kurdistanê de bi dest xist.

Rêveberê ragehandina zanîngeha Selahedînê Saman Ebdula li ser serkeftina Zanîngeha Selahedîn – Hewlêrê got ku wan karî payeya yekem li ser asta zanîngehên Iraq û Herêma Kurdistanê di warê belav kirin û rêjeya wergirtina lêkolînan a 5 salên borî de bidest bixin.

Hêjayî gotinê ye, her sal ew pêşbirk tê kirin û hemû zanîngehên Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser asta Iraqê beşdar dibin ku îsal Zanîngeha Selahedîn ew nasnava zanistî ya girîng bidest xistiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin