Ibrahîm Biro: Siûdiyê red kir ku hin Kurd besdarî civîna li Riyadê bibin

Ibrahîm Biro: Siûdiyê red kir ku hin Kurd besdarî civîna li Riyadê bibin

PeyamaKurd -  Civîna Kesayetiyên Serbixwe yên di nava Desteya Danûstendinan a Oposizyona Sûriyê de li paytexta Siûdiyê Riyadê birêve diçe û Îtîlafa Oposizyona Sûriyê jî nerazîbûna xwe li ser wê civînê nîşan dide.

Civîna Riyadê ya Kesayetiyên Serbixwe yên di nava Desteya Danûstendinan a Oposizyona Sûriyê de duh Înê 27ê Berfanbarê dest pê kiriye û îro 28ê Berfanbarê didome.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Endamê Desteya Danûstendinan a Oposizyona Sûriyê û nûnerê ENKSê di vê desteyê de, Ibrahîm Biro got, ku ji bo lidarxistina civîna kesayetiyên serbixwe, hemahengiyeke baş li gel Desteya Danûstendinan nehatiye kirin.

Ibrahîm Biro got, civîna Riyadê di demeke teng de hatiye rêxistin û birêvebirin.

Biro herwiha diyar kir, navên hinek kesayetiyên Kurd ji bo beşdariya di civîna Riyadê de ji aliyê Siûdiyê ve nehatine qebûlkirin û destnîşan kir, hikûmeta Siûdiyê ew yek kiriye hincet ku ew kesayetî ser bi hin aliyên siyasî ve ne, lewma jî ew ji bo civînê nehatine vexwandin.

Li gor zanyariyan, tê pêşbînîkirin ku herdu jinên Kurd, Sebîha Xelîl û Mizgîn Yûsif di civîna Riyadê de ya kesayetiyên serbixwe yên di nava Desteya Danûstendina a Oposizyona Sûriyê de beşdar bibin.

Desteya Danûstendinan a Oposizyona Sûriyê, ji Iitîlafa Opozisyona Sûriyê, Desteya Hemahengiyê, Platforma Qahîre, Platforma Moskow, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Kesayetiyên serbixwe û hin pêkhateyên serbazî pêk tê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin