Vladimir Putin hisyarî da NATOyê

Vladimir Putin hisyarî da NATOyê

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hişyarî da û diyar kir, eger Ewropa di derbarê endamtiya Ukraynayê ya ji bo NATOyê de garantiya ewlekariyê pêşkêşî wan neke, wê bijardeyên wan yên din hebin.

Berî niha Moskowê çend belgeyên ewlekarî pêşkêş kirine û tê de daxwaz dike ku NATO endamtiya Ukrayna û welatên berê yên Yekîtiya Sovyetê red bike, bicîkirina leşkerên NATOyê li naverast û rojhilatê Ewropayê rawestîne.

Putin herwiha daxwaz dike ku Ewropa bilez vê daxwaza wan cîbicî bike, eger daxwaza wan neyê bicihkirin, Moskow wê neçar bibe tedbîrên leşkerî yên guncaw werbigre.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin eşkere kir: “Em dê li benda bersiva pisporên leşkerî bin ka wê çi pêşniyaran pêşkêş bikin.”

Amerîka û Hevpeymanên wê pêşniyara Rûsya red kirine, lê li gel Rûsya lihev kirine ku destpêka meha bê dest bi danûstaninên ewlekarî bikin ku wê li Cenevê birêve biçin.

Biryar e, Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg jî roja 12 meha dahatî di derbarê pêwendiyên bi Rûsyayê re civînekê di navbera Encûmena NATO û Rûsyê de pêk bîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin