Mezlûm Kobanî: Tirkiye bi çend DAISîyan santajê li cîhanê dike…

Mezlûm Kobanî: Tirkiye bi çend DAISîyan santajê li cîhanê dike…

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî got ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi çend girtiyên DAIŞê şantajê li cîhanê dike û destnîşan kir, ‘Li cem me belge hene eşkere dikin ku Tirkiyê gelek terorîstên DAIŞê re di êrişên li dijî bakurê Sûriyê de bi kar tîne.’

Kobanî li ser hesabê xwe yê twitterê wiha got: "Serokê Tirkiyê bi çend girtiyên terorîstên DAIŞê şantajê li cihanê dike. Li cem me belge hene ku eşkere dikin Tirkiyê gelek terorîstên DAIŞê re di êrîşên li dijî bakurê Sûriyê de bi kar tîne."

Mezlûm Kobanî di berdewamê de jî diyar kir: "Ji bo rawestandina şantaja Tirkiyê ji cîhanê re, têkbirina planên wê, derxistina rûyê wê yê rastîn û avakirina edaletê divê dadgehe navneteweyî li bakurê Sûriyê li dar bikeve li cihê ku DAIŞê hovanetirîn sûcên xwe kirine."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin