PeyamaKurd – Seroka Lijneya Navçeyên Kurdistanî li Parlamentoya Kurdistanê diyar dike, pirtûkekê di derbarê rastî û dirustiya dîroka navçeyên Kurdistanî de, ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve tê belavkirin.
Seroka Lijneya Navçeyên Kurdistanî li Parlamentoya Kurdistanê Ciwan Yunis Rojbeyanî diyar kiriye: ‘‘Lijneya Navçeyên Kurdistanê yên Derveyî Herêma Kurdistanê, bo bi dokumentkirin û derxistina rastiyan li ser dîrok û erdenîgariya wan navçeyan, pirtûkekê bi nivîsa P.D. Xelîl Îsmaîl belav dike.’’
Rojbeyanî herwiha daye zanîn: ‘‘Ew pirtûk, bo karê lijneya me dê bibe cîhê piştgirêdanê, herwiha dikare wek çavkaniyek bo lêkolîn û serdanîkirina lijneyan jî bi kar bê. Pir girîng e saziyeke wek Parlamentoyê bixwe rastî û dirustiya dîrokî ya wan navçeyan bi dokument arşîv bike û derbixe ku ew navçeyane Kurdistanî ne.’’
Seroka Lijneya Navçeyên Kurdistanî li Parlamentoya Kurdistanê destnîşan kiriye, Parlamentoya Kurdistanê pirtûkeke din jî dê belav bike, ew jî hemû ew biryar û yasa tê de hatine komkirin ku taybet in bi pêngavên bicîhanîna madeya 140 ku girîng e wek lijne, li berdestê me be û karê lijneya me jî asantir dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin