PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi serdane fermî diçe Tirkiyeyê û bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re dicive.
Li gorî zanyariyan, Zelensky sibe 7ê Tîrmehê serdana Tirkiyeyê dike û dê ji bilî hevdîtina rûbirû ya ligel Erdogan, şandên herdu welatan jî hevdîtinan bikin.
Hatiye diyarkirin ku di hevdîtinan de ji bilî pêwendiyên dualî wê rewşa dawî ya şerê navbera Ukrayna-Rûsyayê û Peymana Dexlê ya Stenbolê ku 17ê vê mehê dema wê bidawî dibe werin gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin