PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di civîna rojnamevanî ya hevbeş ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên de ragihand, Îran Iraqeke bihêz dixwaze, ku pêwendiyên bihêz di hemû waran de hebe. Zerîf herwiha diyar kir ku wê Îran bi Iraqê re peymanên nû girê bide.
Fuad Husên di civînê de diyar kir ku wî ligel Zerîf pêwendiyên dualî, serdanên ji bo cihên olî û çawaniya xweparastina ji vîrusa koronayê guftûgo kiriye û da zanîn, di civînê de tekezî li wê yekê hate kirin, ku pêwîst e rewşa herêmê bê aramkirin û rêz li serweriya herdu welatan bê girtin.
Herwiha behsa serdana şanda Iraqê bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê bo Tehranê hate kirin.
Wezîrê Derve yê Îranê got: Pêwendiyên me yên bihêz û dîrokî bi Iraqê re heye û di şerê li dijî DAIŞê de ew yek bi ronî diyar bû… Îran Iraqeke bihêz dixwaze, ku pêwendiyên bihêz di hemû waran de hebe. Pêşwazî li rola Iraqê ji bo aramiya navçe û kendavê dikin.”
Zerîf got, “Pêwendiyên me yên dualî dibe sedema parastina yekperçeyîya xaka Iraqê û bi hev re jî rûbirûbûyî vîrusa Koronayê dibin, wek çawa ku bi hev re rûbirûyî terorê bûne, divê jî pêwendî û hevahengiya hevbeş di wê pirsê de hebe.”
Wezîrê Îranê wiha axivî: “Tevî rewşa Koronayê, lê pêwîst e girîngî bi pêwendiyên aborî bidin. Di serdana Serokwezîrê Iraqê bo Tehranê de, tekeziyê li girîngiya zêdetir bi bazirganî û aboriyê didin. Pêştir jî pêwendiyên me yên bihêz di warê tevgera deryayî û keştevaniyê de heye. Pêwendiyên me bi Iraqê baş û dostanî ne û hevahengiya zêdetir di derbarê pirsgirêkên navdewletî û astengiyên rûbirûyî navçeyê dibin de dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin