PeyamaKurd - Li bajarokê Pêncwên ê parêzgeha Silêmaniyê du şervanên Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), ku baskê PKKê yê Rojhilatê Kurdistanê ye hatin kuştin.
PJAK a baskê PKKê yê Rojhilatê Kurdistanê ku xwedî pêwendiyên bihêz e ligel Îranê ragihandiye, 4ê Sibatê du çekdarên wan li devera Şilêr ya bajarokê Pêncwên yê Herêma Kurdistanê bi rengekî hovane û ji aliyê “peyayên Îranê” ve hatine kuştin.
Hat eşkerekirin ku navê yek ji wan şervanên hatine kuştin, Ako Fethî xelkê bajarokê Kamyaran li parêzgeha Sine û navê yê din jî Mehdî Rizayî xelkê bajarê Kirmaşanê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin