PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û şanda digel wî li Selaheddîn civiyan. Serok Barzanî di hevdîtinê de got, piştî proseya 2003yan niha bi hikûmeta nû ya Iraqê baştirîn derfet ji bo çareserkirina kêşeyan derketiye holê.
Di civînê de hat diyarkirin ku derengketina temamkirina wezîrên kabîneya nû ya Iraqê pirsgirêkan kûrtir dike û Iraqê rûbirûyî egerên nediyar dike.
Di malpera fermî ya Serok Barzanî de hat ragihandin ku di civîna îro 15ê Kanûnê de, her du aliyan tekezî li ser pabendbûna prensîbên hevsengiya dezgehên hukimranî û kerta emnî û serbazî kirin.
Di hevdîtina ku Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî û Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê Mehmûd Mihemed amade bûn de, pêşketinên dawî yên li nav proseya siyasî ya Iraqê û hengavên temamkirina hikûmeta nû ya Iraqê, gef û kêşeyên li ber proseya siyasî ya Iraqê hatin nirxandin.
Serok Barzanî di civînê de palpiştiya xwe ya tevahî ji bo hewlên Serokê Parlamentoya Iraqê ji bo çareserkirina kêşeyan û leztirkirina proseya syasî ya Iraqê ragihand û got, “Piştî proseya sala 2003yan proseya siyasî ya niha baştirîn derfet e ji bo çareserkirina kêşeyan û binyatnana baweriya li navbera aliyan.”
Herwiha babetên wekî rnewşa emnî û îdarî ya parêzgeha Nînowa, jiyan û guzeraniya koçberan û avadankirina navçeyên ziyanlêketiyên wê parêzgehê jî di civînê de hatin axaftin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin