Dewleta Iraqê ji Kore ya Başûr balafirên ku di dema Nûrî Malikî de kirîbû, niha teslîm sitend. Cûreyên balafiran T-50 ye.
Wezareta Parastinê ya Iraqê bi nivîskî beyanek da û di beyana xwe de got ku balafirên ji Kore ya Başûr kirine li balafirgeha Bexdayê teslîm hatine sitendin. Balafir bi temamî divê 24 heb bin lê wezaret negot bê çend heb hatine teslîmkirin. Tenê ragihand ku yên mayî di demeka nêz de wê bên teslîmkirin
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin