PeyamaKurd - Çawişê pispor Mûsa O., yê tecawizî Îpek E. yê kir û bû sedema xwekuştina wê, piştî hefteyekê serbest berdan.
Mûsa O., çawişê pispor ê ku li Qubînê, li navçeya Êlihê tecawizî İpek E.ya 18 salî kir û bû sedema xwekuştina wê, piştî girtina wî bi hefteyekê serbest berdan.
Dadgehê do (25ê Tebaxa 2020an) biryara tehliyekirina Mûsa O.yî da û Mûsa O. do ber êvarî ji girtîgehê derket.
Biryara girtina wî hatibû dayîn
Hefteya borî biryara girtina Mûsa O.yî hatibû dayîn. Piştî biryara girtina wî, Mûsa O. xwe radest kiribû û ew xistibûn girtîgehê.
Parêzerê Mûsa O.yî îtiraz kiriye
Li gorî agahiyan, Av. Mehmet Erkan Akkûş, parêzerê Mûsa O.yî li dijî biryara girtina wî serî li dadgehê daye û gotiye ku guman nîne miwekîlê wî bireve.
2yem Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê ev daxwaz nirxand û biryara tehliyeyê da.
Serdozgeriya Sêrtê û Baroya Sêrtê îtîraz li birayara dadgehê kirin, lê ji ber biryar hatiye pesend kirin, dadgehê îtîraza wan red kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin