Serokê HUDA-PARê peyameke serxwesiyê gihand Serok Barzanî

Serokê HUDA-PARê peyameke serxwesiyê gihand Serok Barzanî

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu,  li ser êrîşên vê dawiyê yên terora DAIŞê ku hejmarek Pêşmerge û sivîl şehîd bûn, peyameke serxweşiyê bo Serok Barzanî ragihand.

Di peyama ku bi rêya nûnerê Hewlêrê yê HUDA-PARê Abdussamed Yalçin radestî Serokê Nivîsgeha Derve ya PDKê Elî Huseyîn hatiye kirin de, Yapicioglu li ser êrîşên vê dawiyê yên terora DAIŞê ku 3 sivîl û 10 Pêşmerge hatine şehîdkirin sersaxî xwest û hevxemiya xwe anî ziman.

Zekeriya Yapicioglu di dawiya peyama xwe de dibêje, ‘Xweda gelê Kurd ji musîbetên mezintir biparêze” û rêz û hurmetên xwe bo Serok Barzanî pêşkeş dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin