Li Hindistanê otobus gêr bû: 33 mirî

Li Hindistanê otobus gêr bû: 33 mirî

PeyamaKurd- Li Hindistanê otobusa ku xebatkarên zankoyê dibir, di rê de li kendalekî gêr bû. Di qezayê de ji 34 kesan 33 kes mirin. Bûyer li rojavayê welat li eyaleta Maharashtrayê çêbû.

Yek kesê ku di qezayê de bi saxî filitî, berya ku otobus gêr bibe xwe ji otobusê avêt derve lewra xelas bû. Hat ragihandin ku xebatkarên zankoyê diçûn geştê. Bi sedema xerabûna rêyan, erebeyên kevin û kêmasiyên ajotvanan li Hindistanê her sal 110 hezar kes dimrin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin