PeyamaKurd – Li Endonezyayê li Girava Javayê çiyayê Semerû teqiya û lavên agir fûriya der û dorên wê. Çiyayê Semerû 3 hezar û 676 metre ji deryayê bilinde û niha jî fûrandina lav û agirê wê dewam dike. Di encama teqînê de kesekî mir û 41 kes birîndar bûn.
Cîgirê serokê herêma Lumajangê Indah Masdar, di civîna çapemeniyê de ragihand ku kesekî miriye û 41 kes birîndar bûne. Serokê Ajansa Afetê ya Endonezyayê Suharyanto jî ragihand ku konên tehliyê hatine vegirtin lê ji ber dûmanê, tehliye bi zahmetî tênkirin. Di teqînê de 30 avahî û pirekî de xesarên mezin çêbûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin