Dadgeha Fransayê 10 meh ceza da Prensesa Siûdî

Dîroka weşanê :
Dadgeha Fransayê 10 meh ceza da Prensesa Siûdî
Nivîskar: Hevi Turan (Nivîskar) - nûçeyên wî/wê

PeyamaKurd – Dadgeha Fransayê bi hinceta ku li mala xwe ya Parîsê bi pasevanê xwe lêdan li karkerekî kiriye, cezayê girtîgehê li ser Prenses Hassa Bînt Selman sepand.

Dadgehê cezayê 6 mehan paşxistî yê malê û 5 hezar euro ji bo Prenses Hassa bînt Selman a xwişka welîehd prensê Siûdî Prens Selman xwestibû.

Li gorî nûçeya AFPê dadgeha fransî 10 meh cezayê girtîgehê li Prenses Hassa sepand û cezayê hepsa malê jî bipaş xist.

Hassa bînt Selman tawanbariyên ser xwe red kiribûn, lê karkerê ku lêdan xwaribû jî dabû xuyakirin ku Prenses Hassa ji bo wî gotiye, “Divê ev kuçik bê kuştin, jiyanê heq nake.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin