PeyamaKurd- Li bajarê Meletiyê li navçeya Doxanşehrê û Battalxaziyê du kesên ku ketin ava bendavan fetisîn. Bûyer ber destê êvarê çêbûn. Buyera yekem kesê bi navê Turgut Gözübüyük (35) li navçeya Doxanşehrê li bendava Polatê bo xwe hînik bike, ket avê. Lê piştî demekî ket ber pêlên avê û ji ber çav wenda bû. Hevalên wî agahiyê dan cendirme û tîmên AFAD ê. Tîmên tenduristiyê û îtfaiyê jî çûn ciyê bûyerê. Tîmên noqave cenazê Gözübüyük,10 metre di bin avê de dîtin. Cenaze bo otopsiyê şandin morga Tib a Edlî ya Meletiyê.
Bûyera dinê li navçeya Battalxaziyê li gola Mergapê çêbû.
Kesê bi navê Mehmet Demirkaya (18), bi hevalên xwe ve ketin avê lê piştî demekî ji çav wenda bû. Piştî agahiyê dan tîmên noqavê, tîm xwe gihandin cesedê Demirkaya. Cenazê wî birin morga Tiba Edlî ya Meletiyê.
Li ser her dû bûyeran lêpirsîn dan destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin