Îro li Herêma Kurdistanê nimêja înê tê kirin

Îro li Herêma Kurdistanê nimêja înê tê kirin

PeyamaKurd - Yekîtiya Zanyên Ola Îslamê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ku ew ê Îro nimêja Înê bikin.

Nûnerê Wezareta Ewqafê di Komîteya Rûbirûbûna Koronayê ya Herêma Kurdistanê de, Seyîd Sidîq ragihand, ku li gor wan rênimayiyên hatine diyarkirin, nimêja Înê dê bê encamdan û daxwaz ji xelkê kir, dema diçin mizgeftan, rênimaiyên tendirustiyê yên taybet bi xweparastina ji koronayê pêk bînin.

Rayedarê Wezareta Ewqafê Seyîd Sidîq her wiha balkişande ser wê yekê, ku li pêşiya mizgeftan dê mask û lepik li ser cemaetê bên belavkirin,

Bi gotina Seyîd Sidîq Kepranî, Komîteyên Ewqafê jî dê roja Înê çavdêriya cîbicîkirina rênimayiyan bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin