Wesanxaneya YKYyê di Gernameya Evliya Çelebî de peyva Kurdistanê sansur kiriye

Wesanxaneya YKYyê di Gernameya Evliya Çelebî de peyva Kurdistanê sansur kiriye

PeyamaKurd  - YKY ku yek ji weşanxaneyên herî mezin ê Tirkiyê ye, di pirtûka tarîxî ya Gernameya Evliya Çelebî de peyva ‘Kurdistan’ê sansur kiriye.

Gernameya Evliya Çelebi de ku amadekariya wê Prof. Dr. Robert Dankoff, Seyit Ali Kahraman û Yucel Dagli kirine û cara ewil di 2006an de, ji nav weşanên Yapi Kredi Yayinlari (YKY) hatiye çapkirin. Di çend cihên cuda yên vê çapê de peyva ‘Kurdistan’ê wekî ‘Warê kurdan’ hatiye wergerandin û bi vî awayî Kurdistan hatiye sansurkirin.

Pirtûka Gernameya Evliya Çelebi ji 10 cîldan pêk tê. 8 cildên ewil (1896-1928) bi tîpên erebî, herdu cîldên dawiyê jî (1935-1938) bi tîpên latînî hatine çapkirin. Çelebî di gernameya xwe de behsa welatên Ewropayê, Balkanan, Kirim, Kafkasya, Anadolu, Kurdistan, Misir û Erebistanê dike.

Herweha li gorî bikarhînerê medya Civakî BahadinHawar di romana nivîskarê tirk Reşat Nurî Guntekin de jî tahrîfat hatiye kirin û peyva Kurdistanê hatiye sansurkirin. Heta niha ne YKYyê û ne jî Weşanên Inkilabê derbarê  sansurê de tu daxuyanî nedane.

 

Ji aliyê din ve, demek berê derketibû holê ku Weşanxaneya Can a Tirkiyê ku yek ji mezintirîn weşanxane ye, di wergera pirtûka nivîskarê navdar Paulo Coelho de peyva “Kurdên li Kurdistan”ê sansûr kir û li şûna vê peyve “Kurdên li Rojhilata Navîn dijîn” bikar anîbû. Berpirsê weşanxaneyê Can Oz sansûra Kurd û Kurdistanê wekî şaşîyeke edîtoryal nirxandibû  û gotibû dê pirtûkê kom bikin û careke din li gora eslê wê yê orîjînal çap bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin