Amarên dawî yên vîrusa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê hat eskerekirin

Amarên dawî yên vîrusa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê hat eskerekirin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, 2 kesên din ji ber vîrûsa Koronayê can dan.

Li gor Hevserokê Desteya Tendurustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên dawî yên vîrûsa Koronayê belav kir û da zanîn, 3 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 2 kesan jî bi wî vîrûsê can dane.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin; li Rojavayê Kurdistanê, kesekî jî ji vê nexweşiyê baş bûye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin, gihiştiye 8595 kesan, ji wan 1343 kes baş bûne û 313 kesan jî can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin