Wê NATO li ser belavkirina hêzên teqwiye bo Derya Res biryarê bide

Wê NATO li ser belavkirina hêzên teqwiye bo Derya Res biryarê bide

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOê Jens Stoltenberg, ragihand dibe ku NATO hêzên teqwiye bo welatên peravên Derya Reş bicih bike.

Stoltenberg, di serdana xwe ya Romanyayê de, bi Serokomarê Romanya Klaus Iohannis re, li Baregeha Leşkerî ya Mihail Kogalniceanu civîneke rojnamevanî li dar xist.

Sekreterê NATOyê bal kişand ser rakêşîya leşkerî ya ser sînorên Ûkraynayê û diyar kir, NATOyê li herêmê hebûna xwe ya leşkerî zêde kiriye û niha li ser kar tê kirin ku hêzên teqwîye li welatên peravên Deryaya Reş jî werin bicihkirin.

Stoltenberg da zanîn ku wê biryara bihêzkirina NATOyê li rojhilatê Ewropa û başûrê rojhilatê wê di civîna Brukselê ya 16-17ê Sibatê de were gotûbêjkirin û tê çaverêkirin biryara dawî jî di biharê de were standin.

Herwiha Stoltenberg anî ziman ku li Ewropayê xeteriya rûdane şerekî heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin