Li Fransayê aramî çênebû

Li Fransayê aramî çênebû

PeyamaKurd- Li bajarê Fransayê li Nantesê di dema ku polîs kontrola nasnameyan dikir, xortekî koçber yê 22 salî ji aliyê polîsekî de hatibû kuştin û piştî bûyerê xwepêşandan û çalakî ranewestiyan û do jî dewam dikir.

Dozgeriya bajarê Nantesê roja sêşemê ragihandibû ku xortê bi navê Ebûbekir Fofana di dema di nava erebeya xwe de rûniştibû, polîs bi sîlihê lêdabû û wî kuştibû. Polîs hatiye binçavkirin, lêpirsîna wî dewam dike û polis her îhtîlmalê dide ber çav.

Li bajêr, bi sedema xwepêşandan û bûyeran gelek erebeyên ku malê giştîne, zerarê dîne û di kuçe û kolanan de şer û pevçûn dewam dike. Li gor ragihandina TAN ku rêxistina bajêr ya trên, tramvay û otobusaye, wê van alavan ji 20.30 yê şevê heya vê sibê nexebitin.

Bi banga malbata Fofona, li taxa wan ya bajêr bi qederê hezar kes tevlî meşê bûn û meş bi bêdengî derbas bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin