HDP: Îro eskere bû ku benda ji %10ê ji bo Kudan çêkirine!

HDP: Îro eskere bû ku benda ji %10ê ji bo Kudan çêkirine!

PeyamaKurd- Hevseroka HDPê Pervin Buldan ji çapemeniya Tirkiyê re axivî û got ku îro careke dî xuya bû ku hemî xebatên benda hilbijartinê, ji bo ku Kurd nekevine meclîsê de, hatine kirin.

Buldan wiha berdewam kir: Em îro dibînin ku hemî alî dixwazin HDP li derveyî meclîsê bimîne. Heke HDP li derveyî meclîsê bimîne, divê careke dî hilbijartin çêbibe. Lewra wî wextî 75-80 wekîlên Kurdan ji AKPê re diçin. Ev neheqiyeke pir mezin e. Divê partiyên dî jî vê yekê qebûl nekin.

Li ser tûra duyem jî Pervin Buldan wiha axivî: Em niha ji bo tûra duyem ti xebat û guftûgoyan nakin. Tenê em ji bo tûra pêşî û ji bo Selahattin Demirtaş dixebitin. Piştî tûra pêşî em ê biryarê bidin bê ka em ê piştgiriya kê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin