PeyamaKurd – Bi sedema 82 em salvegera ku Hatay tevlî axa Tirkiyê hatiye kirin, parlementoya Sûriyê ragihand ku axa Hatayê perçeyekî ji axa Sûriyê ye û hatiye îşxalkirin. Kengê be jî wê Sûriye axa xwe ji Tirkiyê bistîne. Di biryara parlementoyê de weha hat gotin:
“Ji bo Hatay di destê Tirkiyê de nemîne û ji bo ji destê Tirkiyê derxînin tiştên karibin em ê bikin.”
Hatay di sala 1939 an de dewletekî serbixwe bû lê bi peymana navbera Tirkiyê û Fransayê Hatay an ku Antakya bi Îskenderûnê re ket ser axa Tirkiyê. Sûriye heya niha jî axa Hatayê di nexşa xwe de nîşan dide û navê wê weka “Lîwa Îskenderûn” binav dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin