PeyamaKurd - Wekîlê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn, ragihand ku ew amadekariyên wê yekê dikin pileya serbazî ya komek efserên din yên Pêşmerge bilind bikin.
Serbest Lezgîn ji BasNewsê re daye xuyakirin, helbet bilindkirina pileya efseran li gorî pîvanên nû tê kirin û tenê efserên ku endamên fermî yên Wezareta Pêşmerge ne, ji vê yekê sûdmend dibin.
Wekîlê Wezareta Pêşmerge da zanîn, çend roj berê serokê hikûmetê rizamendî li ser bilindkirina pileya serbazî ya komek efser nîşan dabû û got, emê lîsteyek din amade bikin û bidin encumena wezîran bo bilindkirina pileya wan. Her gava hat pesendkirin dê pileya wan jî were bilindkirin.
Bi gotina wî berpirsê Wezareta Pêşmerge, efserên yekîneyên 70, 80 û Zêrevanî jî dê ji bilindkirina pileya serbazî sûdmend bin.
Li gorî qanûnên Herêma Kurdistanê, 3-4 salan carekê pileya serbazî ya efserên Pêşmerge tê bilindkirin. Hinek caran jî digihê 6 salan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin