Sêwirmendê Çevik: Êdî wext hatiye ku em bi Kurdên Iraqê re dasnûstandinê bikin

Sêwirmendê Çevik: Êdî wext hatiye ku em bi Kurdên Iraqê re dasnûstandinê bikin

Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyê İlnur Çevik got ku êdî wext hatiye û derbas jî bûye ku em pêwendiyên xwe bi Rêvebiriya Herêmî ya Kurdistana Iraqê re normalîze bikin. Heta Kurdên herêma Başûrê Rojhilata Tirkiyê jî vê yekê dixwazin.

Çevik nivîsa xwe li ser vê mijarê nivîsand û wiha dewam kir: Îran bi tevgerên malî û aborî xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike û ji her alîyî ve li pey berjewendiyên xwe diçe. Êdî divê Tirkiye jî hew bisekine û ew jî hinek gavan ber bi Kurdistanê ve bavêje. Kurdên ku li Tirkiyê dijîn jî vê hêviyê dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin