Serokê Polandê: Poland û Îsraîl hevbîr bûn ku pêwendiyên dîplomatîk vegerînin asta normal

Serokê Polandê: Poland û Îsraîl hevbîr bûn ku pêwendiyên dîplomatîk vegerînin asta normal

PeyamaKurd - Serokê Polandê Andrzej Duda diyar kir, Poland û Îsraîl hevbîr bûn ku pêwendiyên dîplomatîk vegerînin asta normal.

Duda di dema qebûlkirina balyozê nû yê Îsraîlî li Warsaw de ragihand, ew û hevtayê wî yê Îsraîlî Issac Herzog hevbîr nûn ku pêwendiyên dualî vegerînin asta normal.

Herwiha Duda li ser Twitterê eşkere kir: “Wek pêngava yekêm a vê biryarê, Balyozê Îsraîlî Yacov Livne nameya xwe ya fermi pêşkêşî min kir. Îsraîl jî çaverê ye ku em jî balyozê xwe destnîşan bikin û ew ê di demeke nêzîk de pêk were.

Serokê Îsraîlê Herzog jî li ser Twitterê ji Duda re sipas kir ku balyozê wî Livne pejirand û got, di pêşvebirina têkîliyên Îsraîl û Polanda de gaveke girîng hatiye avêtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin