PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî danûstandinên îro 23yê Nîsanê li ser şerê milîsên rejîmê û Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ku 4 roj in berdewam dike, ji bo heta sibe saet 10:00 agirbest hat ragihandin.
Li gorî zanyariyan agirbest bi navbeynkariya polîsên leşkerî yê rûsî û fermandarên hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hatiye ragihandin ku îro ji êvarê heta sibe 10ê sibehê berdewam dike.
Hat zanîn ku civîna bi navbeynkariya hêzên rûsî û fermandarên HSDê li balafirgeha Qamişlo hatiye lidarxistin û di navbera hêzên Asayîşa Rojava û çekdarên Dîfaa El Wetenî de ji saet 18:00ê îro êvarê heta 10:00ê sibe agirbest hatiye ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin