Miss Kurdistan 4 | Sahciwana Kurdistanê îsev tê hilbijartin

Miss Kurdistan 4 | Sahciwana Kurdistanê îsev tê hilbijartin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku 4emîn Miss Kurdistan îşev li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê tê lidarxistin û şahciwana sala 2018an a Kurdistanê tê hilbijartin.

Hat zanîn ku dê şahciwana îsal di nav 14 kandîdên şahciwaniyê de bi bernameyeke mezin a li Hewlêrê îşev bê hilbijartin ku gelek hunermend û stranbêjên kurd û biyanî jî beşdariyê dikin.

Keça ku bibe şahciwana Kurdistanê dê heta salekê muçe jê re were terxankirin, otombîlek bê diyarîkirin û heta salekê jî xaniyek jê re li Hewlêrê bê dabînkirin.

Şahciwana ku bê hilbijartin pêwîste heta salekê di warên jêhatîbûn û xêrxwaziyê de hunerên xwe nîşan bide.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin