Fransa dev ji Minbicê bernade: 50 lesker hatin rêkirin!

Fransa dev ji Minbicê bernade: 50 lesker hatin rêkirin!

Hat ragihandin ku piştî Serokomarê Fransayê Macron li Qesra Elysee, rayedarên HSDê û YPGê ezimandin, 50 leşkerên xwe yên erkdar rêkirine Minbicê.

Ev leşkerên Fransayê roja înê bi çar balafiran hatin herêmê. Lêbelê leşker ji hinek baregehên li Sûriyê hatin an ji cihne dî, ev nehate zelalkirin. Koma leşkerên ku hatiye Minbicê bi rayedarên HSDê re axivîne.

Ji xeynî vê, piştî ku Serokomarê Amerîkayê Donald Trump got em ê ji Sûriyê vekişin, 300 leşkerên dî jî rêkirine Minbicê.

Berî niha jî Fransayê gotibû ku em ti operasyonên Tirkiyê yên li ser Minbicê qebûl nakin û em ê leşkerên xwe rêkine herêmê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin