Partiyên Kurdan daxuyaniyeke hevpar kirin!

Partiyên Kurdan daxuyaniyeke hevpar kirin!

PeyamaKurd- Partiyên Kurdî yên siyasî li navçeya Kerkûkê ya bi navê Karaîncîrê li hev civîn û daxuyaniyeke hevpar ya ku ji 7 madeyan pêk hat, kirin.

Partiyên Kurdî yên li Kerkûkê piştî bûyerên 16ê Cotmehê cara pêşî li hev civiyan.

Partiyên Kurdî xwestin ku wesayeta leşkerî ya li Kerkûkê bi dawî bibe û daxuyaniyeke hevpar ya ku ji 7 madeyan pêk hat, kirin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

1.Em êrîşa Îranê ya li ser partiyên Rojhilatê şermezar dikin û sersaxiyê ji partiyên Rojhilatê re dixwazin.

2.Biryar hat standin ku partiyên Kurdî civînên xwe bidomînin û nûnerên wan civînên xwe dewam bikin.

3.Di pêvajoya avakirina hukûmeta Iraqê de, em yekîtiya partiyên Kurdî destek dikin û hêvî dikin ku di navbera wan de ewlehî pêk were.

4.Ji bo ku di hilbijartinên Kerkûkê de partiyên Kurdî bi yek lîsteyê têkevinê, divê amadekarî û muzakere dest pê bikin.

5.Em ji hukûmeta Iraqê dixwazin ku li Kerkûkê wesayeta leşkerî rake û siyaseta Erebkirinê bi dawî bike. Lewra guhertina demografîk ya niha li dijî makezagonê ye.

6.Partiyên Kurdî, ji bo ku Meclîsa Kerkûkê ya Bajêr aktîf bibe, hemfikir e.

7.Civîna me nîşan dide ku partiyên Kurdî li Kerkûkê dikarin bi hev re bi aştîtî bijîn. Divê Kurdistaniyên ji Kerkûkê jî di rêvebiriya ewlehî û sivîl de cihên xwe bigirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin