Behs tê kirin ku serokê Amerîkayê Donald Trump, ji ber ku bi mehaye di navbera wî û şêwirmendê wî yê ewlehiya Amerîkayê Herbert Raymond McMaster de nakokî hene, dê wî ji wezîfê bistîne.
Kanala televîzyonê ya Amerikan CNN International ragihand ku Pentagon gotiye; Trump bo general McMaster ji wezîfa wî bistîne, li ser alternatîvan dixebite. CNN nûçeya xwe weka çavkanî ji Pentagon û rêvebiriyê digre û dibêje wê McMaster ji wezîfa şêwirmendiyê bişînin wezîfeya nava artêşê.
Dê ev mijara han di rojên pêşiya me de diyar bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin