Twitterê hesabê Hamaney da rawestandin

Twitterê hesabê Hamaney da rawestandin

PeyamaKurd – Hesabê Twitterê yê serokê Îranê Ayetullah Hamaney yê bi navê "khameneisite" ji aliyê Twitterê de hat rawestandin. Di ser hesabê Hamaney de, fîlmê anîmasyonê yê di derbarê sûîkasta serokê berê yê Amerîkayê Trump ku fermana kuştina Qasim Silêmaniyê fermandarê hêzên Qudsê dabû, belav kir, hat rawestandin.

Twitter ragihand ku di ser hesabê Hamaney de rêbazên weşanê hatine îhlal kirin û naveroka parvekirina fîlm ne rewaye.

Di fîlmê anîmasyonê yê di ser hesabê Hamaney de mijara tolhildana Qasim Silêmanî ya ji Trump hatibû nîşandan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin